Ji bo Xezzeyê dema Tekbîrê!
Yekitiya Alimên Filistînê ji bo silavkirina berxwedan û sebira li Xezzeyê û li dijî zilmê bibin yek ji hemû Misilmanan vexwend ku şeva înê saet di 22:00 de ji ku derê lê bin, tekbîra bînin.

Yekitiya Alimên Filistînê her kesî dewet kir ku şeva înê saet di 22:00 de ji ku derê lê bin, tekbîra bînin.
Serokê Yekitiya Alimên Filistînê Dr. Newaf Tekrûrî, di daxuyaniya ku ji bo organîzasyon kiribûn got ku ew dixwazin vê rojê Înê bila li çar alîyê dinyayê bibe Îna Tekbîrê.
Tekrûrî wisa got, “Em dixwazin ku Misilman bila li her derî û di heman demî de roja Înê di seet 22.00an de ji Xwedayê mezin re Tekbîran bînin. Em bi hîs kirina mezin bûyîna Ellah îlan dikin ku Ew ji zulm û zextên zaliman mestir e û bi vê tekbîran tînin.
Xweda ji Emrîkayê mestir e. Ellah, ji hebûna siyonîst mestirîn e. Xweda ji her zalimî mestir e. Xweda ji temamî êrîşkaran mestir e. Xweda ya herî mezin e, Xweda ya herî mezin e…”
Tekrûrî di dawîya daxuyaniyê de wiha got:
“Gelî Misilmanan, ez dixwazim ku hun guh bidin banga alim û saziyên civakî ya sivîl. Înşallah Xweda tirsê têxe dilê van zordaran. Em hevî dikin ku bi tekbîran qewetê bide mucahîdên me û rehmê li qelsên me bike. Ew qadirî her tiştî ye.”