El-Rişk, endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê, got: Ew ê ku şert û mercan bibêje Berxwedan e
Endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê Îzzat el-Rişk tekez kir, "Xezze teslîm nabe… Ew ê ku şert û mercan ferz bike û hevkêşeyan li ser erdê diyar bike berxwedan be."

Rayedarê HAMASê El Rişk, di daxuyaniyekê de li ser qenala xwe ya Telegramê, destnîşan kir ku daxuyaniya Netanyahu ya "divê hemû êsîr bên berdan û HAMAS teslîm bibe" têkçûnek psîkolojîk nîşan dide, ne rastiyên li ser erdê.
El-Rişk weha nirxandinek kir:
"Piştî ku rêberên dijmin bi operasyonên leşkerî têkçûna xwe ya tevahî di vegerandina êsîrên xwe de qebûl kirin, êdî eşkere ye ku yekane rêya azadkirina êsîran ew e ku peymanek cîddî bi berxwedanê re were çêkirin.
Xezze teslîm nabe… Ew ê ku şert û mercan ferz bike û hevkêşeyan li ser erdê diyar bike berxwedan be.”