Zebîhullah Mucahîd: Rûsya, bi naskirina Efxenistanê gaveke wêrek avêt

Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Zebîhullah Mucahîd, destnîşan kir ku Rûsyayê bi naskirina Hikûmeta Efxenistanê gaveke wêrek avêt û ew hêvî dikin ku ew ê di têkilîyên dualî de pêşveçûn hebe.

Zebîhullah Mucahîd: Rûsya, bi naskirina Efxenistanê gaveke wêrek avêt

Micahîd, derheqê naskirina Rûsyayê ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê de ji Sputnika çapemenîya Rûsyayê re axivî.

“Em hêvî dikin ku welatên dinê jî di şopa wî de herin”

Micahîd derheqê biryarê de îfade kir ku “Rûsya, gavekî wêrek avêt”.

Mucahîd dûre weha got: “Rûsya di vê rê de şibakeke hêvîyê vekir û em wisa hêvî dikin ku welatên dinê jî di şopa wî de herin. Wezareta Karên Derve yê Emîrtîya Îslamî, ji Rûsya û rayedarên wî re sipasîyên xwe pêşkêş dike. Efxenistan wisa hêvî dike ku di warê sîyasî û aborî de pêşveçûnên ciddî çêbibin.”