HUDA PAR ji bo parastina malbatê û ji bona ku sapixtî sûc bê hesibandin pêşnûmeqanûnek pêşkêş kir
HUDA PARê ji bo parastina malbatê û û ji bona ku sapixtî sûc bê hesibandin pêşnûmeqanûn pêşkêşî Serokatiya Meclisê kir. Di hinceta pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku divê pêşî li xerakirina exlaqî bê girtin û propagandaya jirêderketîyan bê qedexekirin.

Armanca sereke ya pêşnûmeya ku îmzeya Serokê Giştî yê HUDA PARê û Wekîlê Stenbolê Zekerîya Yapicioglu, Wekîlê Entabê Şahzade Demîr, Wekîlê Êlihê Serkan Ramanli û Wekîlê Mêrsînê Faruk Dinç heye ev e; Hat diyarkirin ku rê li ber zirara nirxên civakî yên wekî exlaq, heya û edeba giştî digire û li hember kiryarên ku nîzama giştî û sazûmana malbatê tehdîd dikin, têkoşînek tesîrdar dide.
Di hinceta pêşnûmeya ku ji bo guherandina Qanûna Cezayê ya Tirkîyeyê, Zagona Damezrandin û Weşana Xizmetên Radyo û Televîzyonê û Qanûna Cezayê ya ku ji teref HUDA PARê ve pêşkêşî Serokatiya Meclisa Mezin a Tirkiyeyê hat kirin de weha hat gotin: "Armanc ew e ku aqilê xwedêgiravî, heya û edebê, exlaqa giştî û dizena raya giştî bê parastin."
Ew ê ji sûca “Tevgerên Bêheya” re cezayên giran bên dayîn
Di pêşnûmeyê de tê armanckirin ku sûcê "Tevgerên Bêheya" ên di xala 225an a Qanûna Ceza ya Tirkiyeyê (TCK) de ji nû ve birêkûpêk bike. Li gorî vê, tê texmînkirin ku cezayê kesên ku li gelemperiyê têkiliya zayendî pêk bînin ji 2 salan bibe 8 sal cezayê girtîgehê. Tê pêşniyarkirin ku ji 1 sal heta 2 salan cezayê hepsê li kesên ku karên neyasayî dikin an jî xwe nîşan didin bên cezakirin.
Dê jirêkerketî û sapixtî bikeve nav çarçoveya sûcê
Di hinceta pêşnûmeya HUDA PARê ya "Teşwîqkirin, xwenîşandan û propagandaya her cure têkilî û tevgerên zayendî yên di navbera kesên ji heman zayendê biyolojîk de jî wek sûcekî nû hat pênasekirin û ji 3 salan heta 5 salan cezayê hepsê tê pêşbînîkirin. Heger ev sûc bi her cure rêyên ragihandinê û teknolojiyê yên ragihandinê yên nivîskî, dîtbarî, bihîstî, klasîk an dîjîtal were kirin, tê xwestin ku ceza bi nîvî bê zêdekirin.”
Ji RTUKê re desthilatdarîya astengkirina weşanên jirêderketî
Her wiha di pêşnûmeyê de guhertinên di xala 8an a Qanûna Sazkirin û Weşana Radyo û Televîzyonê de tên kirin. Bi rêziknameyê "Nikare têkiliyên zayendî û tevgerên zayendî yên di navbera kesên ji heman zayenda biyolojîkî de teşwîq bike an xweş bide nîşandan." Armanca vê rêziknameyê ew e ku Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTÛK) weşanên bi vî rengî bişopîne û pêşî lê bigire.
Guhertinên girîng ên di pêşnûmeya ku ji teref HUDA PARê ve ji bo parastina malbatê û jirêkertekî wek sûc bê hesibandin hatiye pêşkêşkirin wiha ne:
Xala 225an a TCKê:
Cezayê têkiliya zayendî ya vekirî ji 2 salan derket 8 salan.
Ger sûc di navbera kesên ji heman zayendê biyolojîk de bê kirin dê ceza yek qatan zêde bibe.
3-5 sal cezayê girtîgehê ji bo kesên ku têkiliyên devjêberî 'teşwîq, xweşnişandan an jî propaganda dikin'; Ger binpêkirin bi rêyên ragihandinê were kirin dê ceza nîvî zêde bibe.
Xala 230ê ya TCKê (Sûcên Dijî Fermana Malbatê):
Ji bo çalakiya 'di dema ku zayenda xwe ya biyolojîk veşêre zewicî' 1-3 sal ceza tê xwestin.
Kontrola RTUKê:
Di radyo, TV û weşanên dîjîtal de pêşdebirina têkiliyên devkî qedexe ye; Desthilatdariya kontrolê daye RTUKê.