HUDA PAR rojevê nirxand: Ji destheqê kêmtirin re zem, pirsgirêkên namzedên hecê û rejima îşxalker
Wekîlê Serokê Giştî û Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, di axavtina xwe ya ku li Meclîsê li dar xist de; derheqê pirsgirêkên namzedên hecê, zema ku ji destheqê kêmtirîn re bê kirin, pirsgirêkên navendên rehabîlîtasyon û perwerdehîya taybet, mueyyîdeyên welatên Ewrûpayî ya li dijî rejima îşxalker de nirxandinan kir.

Demîr îfade kir ku destheqê kêmtirîna ku 22 hezar û 104 Lîre ye, encax wek heqê sefaletê dikare bê nirxandin.
Hat îfadekirin ku pileya Enflasyonê bidin ber çavê xwe û zayîadên ku ji ber desteheqê kêmtirin pêk hatine bêne telafîkirin.
Şahzade Demîr destnîşan kir ku navendên rehabîlîtasyon û perwerdehîya taybet ên ji bo mirovên hewcedarîya taybet gelek girîng in pirsgirêkên ciddî dijîn.
“Em cara yekem dibînin ku rejima îşxallker di arenaya navneteweyî de ketîye bin zextekî cîddî”
Demîr di axavtina xwe de bertekên ku di demên dawîn de ji teref welatên Ewrûpayî ve ji rejima îşxalker re têne nîşandan jî nirxand û got, “Welatên Ewrûpayî yên ku ev bû 19 meh in li Xezzeyê qirkirinek tê kirin û li hember vêya gavên însanî neavêtine û bileqs desteka çek û cebilxaneyan dane, di van çend rojên dawîn de li hember rejima îşxalker biryarên mueyyîdeyan girtine û ev jî gelek girîng e. Bi taybetî daxuyanîyên Fransayê yên ku dibêje em ê dewleta Filistînê nas bikin, nîyeta ji nû ve nirxandina peymanên ku bi rejima îşxalker re ya Yekîtîya Ewrûpayê, rawestandina mizakereyên peymana bazirganîyê ya bi rejima îşxalker re ya Îngilistanê gelek muhîm in. Ev rewş nîşan dide ku rejima îşxallker di arenaya navneteweyî de ketîye bin zextekî cîddî.”
“Welatên Îslamê jî ji vê zexta ku ji Rojavayê ve hatîye re destekê bide, divê gotina nebêjin çalakîyan çêbikin”
Demîr îfade kir ku welatên Îslamê di vê pêvajoyê de gavekî ku bi çavan bê dîtin û rejimê gavpaş bavêje neavêtine û got:
“Niha rejima îşxalker ji teref Rojavayê ve hatîye kirin nav tengasîyê, divê welatên Îslamê jî vê zextê û tengasîyê zêdetir bike, rejima îşxalker bidin sekinandin. Van gavên ku ji Rojavayê têne avêtin, ji alema Îslamê re firsedekî mezin dide. Rêya herî tesîrdar û acîlî ya sekinandina qirkirina li Xezzeyê ev e ku divê rejima îşxalker di warê dîplomatîk, aborî û leşkerî de bê tecrîtkirin. Êdî daxuyanîyên şermezarkirinê têr nakin divê biryarên ku bi çavan bêne dîtin bigrin. Êdî li ser rejima îşxalker divê ambargo bê kirin. Bazirganî bêne sekinandin û firotinên leşkerî bêne qutkirin. Di vî warî de divê welatên Îslamê jî ji vê zexta ku ji Rojavayê re hatine nîşandan re piştgirîyê bidin, divê gotina nebêjin û çalakîyan çêbikin”
“Ji mirovên ku dixwazin bi vîzeya seyehatê îbadetên xwe yên Hecê bi cîh bînin re zordarî tê derxistin”
Demîr derheqê pirsgirêkên ku berîya Eyda Qurbanê namzedên hecê dikşînin de jî axivî û got:
“Misilmanan di dewra Hecê de îbadetên xwe yên Hecê bi vîzeyê bikar tînin. Derheqê mirovên ku dixwazin bi vîzeyên seyahetê biçin Hecê de pirsgirêk hene. Rejima Erebistana Siûdî di çûndin û derketina wan a Mekke û Erefatê de pirsgirêkên ciddî didin jîyandin. Encax Kabe, navenda îbadetê ya hemû Misilmanan e. Li gorî bawerîya Îslamê Hec îbadetekî ferz e. Îro wezîfe û mesulîyeta bikaranîtina bicîhanîtina vê îbadetê ji bo Misilmanan re li ser milê Erebistana Siûdî de ye.”
“Temînkirina lazimatîyên Misilmanên ku ji Tirkîyeyê diçin di bin mesulîyeta Tirkîyeyê de ye”
Demîr di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku divê Erebistana Siûdî qapasîteyê zêde bike û ji bo vêya jî bixebite, “Gelek pirsgirêkên ciddî hene ku însanên li wê derê têne mexdûrkirin mînak wan ji otêlan derdixin, ji bajaran derdixin û wan davêjin derveyê welat. Di vî warî de hinek teşebûs bûne hewcedarîyekî ciddî. Sebeb çi dibe bila bibe mexdûrkirina Misilmanên li wan bajarên bimbarek tiştekî ku nayê qebûlkirin e. Temînkirina lazimatîyên Misilmanên Tirkîyeyî yên ku çûne axên pîroz li ser milê Tirkîyeyê ye. Divê di vî warî de teşebûs bêne kirin û van pirsgirêkan bêne çareserkirin. Ji bo salên hatîn jî çareserîya van pirsgirêkan bêne zêdekirin û çi hewceye bê kirin.”